Hejmara qurbanên erdheja li Haîtî ku 14’ê Tebaxê pêk hat, gihişt 2 hezar 189 kesî.
Ajansa Parastina Sivîlan ya Haîtî eşkere kir ” Heta niha hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane 2 hezar 189 kes derbas kiriye.”
Ji bilî qurbanan, 12 hezar 268 kes jî birîndar bûne.
Ji bilî ziyanên canî, hat ragihandin zêdeyî 60 hezar mal hilweşiyane û 76 hezar saziyên dewletê jî ji xizmetê derketine.
Tevî derbasbûna 5 rojan, hîna xebatên derxistina kesên di bin kavilan de dewam dike.