Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê bi wesîleya bi dawîbûna rojiya Muharemê ya Elewiyan got ku berxwedana Îmam Hisên berxwedana azadiyê ye û bang li Hezkiriyên Îmam Hisên kir ku wî di têkoşîna li dijî zaliman de bidin jiyîn.
KCK’ê bang li Şîayên Iraqê û her kesî kir ku rê nedin Yezî-dîtiya dewleta Tirk ku li Şengalê û tevahiya herêmê Kerbelayên nû biafirîne.
Komîteya Gelan û Baweriyan ya KCK’ê, bi wesîleya bi dawîbûna rojiya Muheremê ya Elewiyan daxuyaniyeke nivîskî weşand.
KCK’ê di destpêka daxuyaniyê de bal kişande li ser berxwedana Îmam Hisên ya li dijî zilmê û da zanîn, berxwedana wî bi tîpên zêrîn li dîroka mirovahiyê hate nivîsîn û wiha hat gotin,
“Hz. Hisên û heftê û du can, dengê wijdanê ya gelên Rojhilata Navîn, dengê azadî û dadmeniyê ne.
Ji ber vê, Hisên-î Kerbela, bi sedan sal in ji bo her kesê ku li ser doza heq û heqîqetê ye bûye hevrê.
Divê herdem mirov berxwedaneke wiha bi bîr bînin û bidin jiyîn.”
KCK’ê destnîşan kir, Berxwedana Kerbelayê ew bîr, vîn û biryardarî daye Elewiyan ku, bikaribin bi rengekî xweştir ya heq û neheq, rast û nerast, çê û neçê ji hev veqetînin.
KCK’ê diyar kir ya ku, Elewîtiyê bi hêz dike û li ser pêyan digire têkoşîna demokratîk e û wiha dewam kir, ”
“Van rojên rojiya Muharremê, dewleta Tirk li Şengalê bi qetilkirina Êzidiyan careke din Yezîdbûna xwe nîşan da.
Divê Elewî piştgiriyê bidin Êzidyan ku baweriya wan dişibe hev.
Êrişa dewleta Tirk a li ser Êzidiyan, êrişa li ser xelkên Iraqê hemûyan e, bi taybetî êrişa li dijî Misilmanên Şîa ye.
Şertê dilsoziya bi Hisênê Kerbelayê ew e ku, Misilmanên Şîa piştgiriyê bide daxwaza xweseriya Êzidiyan.”
KCK’ê di dawiyê de da zanîn ku, Hisêniya vê demê ew e ku, têkoşîna demokrasiyê li dijî dewleta Tirk ku buye Yezîdê sereke yê herêmê, bê bilind kirin.
Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê bang li Şîayên Iraqê û herkesî kir ku, rê nedin Yezîdîtiya dewleta Tirk, ku li Şengalê û tevahiya herêmê Kerbelayên nû biafirîne.
Her wiha bang li herkesî hat kirin ku, di nava Tevgera Azadiya Kurdistanê de ku tevgera hemdem ya Hisênî ye tevlî têkoşîna demokrasî û azadiyê bibin.