Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibêje “Êrîşên dewleta Tirk aloziya Sûriyê kûrtir dike, rê ji dagirkirinê re vedike û careke din ji bo vegera DAIŞ`ê derfetê ava dike.
Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê da zanîn “Dewleta Tirk bi van êrîşan dixwaze projeya xwe ya dagirkeriyê ferehtir bike û ji bo wê hemû pîvan û peymanên navdewletî binpê dike.”
Di daxuyaniyê de hat, destnîşan kirin ku êrişên dawî yên dewleta Tirk li dijî Minbicê, Til Temirê û heta Qamişlo niyeta wê ya têkbirina ewlehiya herêmê eşkere dikin.
Rêveberiêyê ji hikumeta Şamê, Amerîka û Rûsyayê xwest ku bi lez helwestên xwe ji êrîşên li dijî dagirkeriya Tirkiyê diyar bikin.
Û dawiya daxuyaniyê jî bang li gelê herêmê kir ku xwedî li destkeftiyên bi xwînê hatine bidestxistin derkevin.