Kongra Star êrişên dewleta Tirk yên li ser herêmê wek hewldana zindîkirina DAIŞ`ê bi nav kir.
Konra Star bang li NY`yê kir ku komîteyeke lêpirsînê ava bike da ku derbarê sûcên dewleta Tirk yên li dijî bakur û rojhilatê Sûriyê de lêkolînê bike.
Koordînasyona Kongra Star têkildarî êrişên dawîn ên dewela Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê daxuyaniyek da.
Kongrê di daxuyaniyê de diyar kir ku di dema dawiyê de dewleta Tirk êrişekên hovane li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê pêk tîne, sivîl, hêzên leşkerî û heta nexweşxaneyan dike hedef.
Kongra da zanîn tevî ku dewleta Tirk endama NATO`yê ye lê Amerîka û Rûsya ku li herêmê ne, bê deng in û got:
Em bêdengiya Rûsya, Amerîka û rêxistinên mafên mirovan şermezar dikin, ev êrişên dewleta Tirk dê bibin çirûska vejandina DAIŞ`ê piştî ku bi saya fedakariyên ciwanên herêmê tune bû.
Koordînasyona Kongra Star di dawiyê de bang li şêniyan kir ku bi siyasetên înkarkirinê yên dewleta Tirk neyên xapandin.
Kongra Star: Têkildarî sûcên dewleta Tirk banga avakirina komîteyeke lêpirsînê kir
Navenda Têkilî û Peymanên Demokratîk a Kongra Star têkildarî sûcên dewleta Tirk peyamek ji sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) re Antonio Guterres,endamên Komîteya Mafên Mirovan a NY`yê û endamên Meclisa Ewlehiyê re şand.
Navendê di peyama xwe de ev xwestek bi rêz kirin:
- Êrişên hovane û şer were sekinandin û li tevahî Sûriyê agirbest were ragihand.
- Qedexeya firîna balafiran li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê were ferzkirin
- Komîteyeke lêpirsînê were avakirin û ji bo lêkolîna sûcên ku dewleta Tirk û komên çekdar pêk tîne, lêpirsînê bike.
- Zextê li dewleta Tirk bike ku dagirkirin û destwerdana li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bike.
- Koçber bi misogeriya navneteweyî li warê xwe vegerin.