Leşkerên Tirk li ser sînor êşkence li 3 kesan kirin

Leşkerên Tirk li ser sînor îşkence li sê kesên din kirin ku dixwestin derbasî bakur bibin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê dema welatiyên bi navê Elî Salih, Mihemed Mihemed û Samir Mihemed xwestin derbasî bakurê Kurdistanê bibin leşkerên Tirk îşkence li wan kir.

Kesên ku êşkence li wan hat kirin diyar kirin ku leşkeran bi parçeyên hesin li wan xistin û hemû pere û tiştên bi wan re ji wan standin.

Elî Salih yê 32 salî li ser çûyîna xwe û êşkenceya ku lê hatî kirin got,

“Em ji gundê Til Zîwan ê Qamişlo derketin û ber bi sînorê bakurê Kurdistanê ve çûn.

Li wir nêzî 25 leşkeran em girtin, li me dan û gotinên xirab ji mere kirin.”

Elî Salih anî ziman ku leşkerên Tirk ji wan xwestine ku 100 metreyî ber bi Sûriyê ve vegerin û bi bezê ber bi sînor ve birevin, da ku dîmenan bigirin û rastiya heyî berevajî bikin.

Back to top button