Xwendekarên beşa zanistî dikarin xwe tomar bikin

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ragihand ku xwendekarên beşa zanistî dikarin daxwaznameyên xwe ji bo tomarkirina peymangeha tenduristiyê bidin.

Destaya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê şertên ji bo qebûlkirina tomarkirina xwendekaran, kaxizên pêwîst û roja hevdîtinê ango 20`ê Cotmehê, eşkere kir.

Di daxuyaniyê de îşaret bi şertên pejrandina tomarkirina li peymangehê tê kirin û tê gotin, xwendekarên xwedî bawernameya amadehî ya beşa zanistî ya girêdayî Rêveberiya Xweser yên îsal derçûne hemû dikarin xwe li peymangehê tomar bikin.

Her wiha divê temenê xwendekaran di navbera 17 û 23`yan de be, û peymangeh xwendina bi her du zimanên Kurdî û Erebî qebûl dike.

Hêjayî gotinê ye, Desteyê ji sedî 10 kursî ji bo zarokên şehîdan veqetandine.

Back to top button