Li Nîjerya di encama êrîşên çeteyên DAIŞ de, 17 kesan jiyana xwe ji dest da.
Çavkaniyên Ewlehiyê yên Nîjerya ragihandin “Bi sedan çeteyên DAIŞ êrîşî navçeya bajarokê Rann ê li ser sînorê Kamerûnê yê Nîjerya kirin.”
Hat ragihandin di encama êrîşê de 17 kesan jiyana xwe ji dest da, di nav de leşkerekî Nîjerî û xebatkarekî alîkar.
Li aliyekî din jî çavkaniyê got, birya ku çete agir bi mal û ereberyan bixin çek dizîn.
Artêşa Nîjerya bi daxuyaniyekê anî ziman ”Hêzên wan ji nû ve navçe kontrol kirin.”
Li navçeya Icerî ya heman welatî beriya demekê çeteyan êrîş pêk anîbûn û di encamê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dabû.