Ji bo rewşa Derayê di navbera hêzên Hikumeta Şamê û komîteyên navendî yên Horanê de peymaneke nû hat îmzekirin. Li gorî wê peymanê, kesên li dijî Rejîma Sûrî şer dikirin wê çekên xwe radest bikin û Rejîma weke berê li Deraayê vegere. Lê belê çekdarên ku ber bi herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de bi rê ketin, wê li kîjan deveran bi cih bibin û Dewleta Tirk wan ji bo çi bi kar bîne. Di heman demê de, çav li Rûsyayê ye, gelo planeke çawa bi dewleta Tirk re datîne û cihê Kurdan di vir de çi ye? Em li bendên peymana “Deraayê” û dîroka peymanên di navbera herdû dewletan binêrin..
Piştî demekê ji tevlihevî û şerê giran, bêdengiyeke baldar li parêzgeha Deraayê serwer e.
Bi navbeynkariya Rûsyayê, peymanek di navbera çekdarên di hindirê Deraa û Hêzên Rejîma Sûrî de hat îmzekirin.
Li gorî vê;
“Şer were rawestandin, kesên sûcdar li gorî Rejîmê wê çekên xwe radest bikin, çarenûsa girtiyan were zelalkirin û saziyên ewlehî yên Rejîmê li Deraa vegerin, ala were hildan û dorpêç bi dawî bibe”
Deraa ya ku weke navenda bûyera bi navê “Şoreşa Sûriyê” tê binavkirin, hêvî hebûn ku careke din rêya rast hilbijêre.
Bi taybet piştî destwerdana Rûsya û dewleta Tirk li axa welat, hêviyên gelê Sûriyê di bin kavilan de man..
Vê pêvajoyê jî piştî pevguhertina Cerabilus û Helebê di sala 2016’an de, dest pê kir û êdî bajar li pey bajar radestî Rejîma Sûrî hatin kirin.
Û ew çeteyên di bajaran de şandin Idlib û herêmên Kurdan.
Niha li Deraayê jî ev rewş dubare dibe..
Gelo çekdarên derketin çûn kîjan deveran û wê ji bo çi werin bikaranîn.
Di vir de dîsa Dewleta Tirk himbêza xwe vekir û qaşo bi nav “Opozsyonê” ew pêşwazî kirin..
Lê li wir, Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê jî hene..
Bi vî awayî qurbanên vê peymana nû ya li Deraayê, dîsa Kurd û axa xwe ne..
Nexasim ku hemû peymanên îmzekirî, Rûsya xwedî li wan dernakeve û ev jî bi bûyerên ji sala 2015’an û vir ve piştrast dibe.
Li Idlibê agirbest di navbera qaşo herdû welatên garnator Rûsya û Tirkiyê de heye, lê topbaran û êrişên Rûsya û Rejîmê li wir ranawestin.
Heman tişt îro li Bakur û Rojhilatê Sûrî jî rû dide.
Piştî dagirkirina Serê Kanî û Girê Spî, Rûsya xwe garnatorê agirbestê nîşan da û qaşo êrişên Dewleta Tirk rawestandin.
Lê belê bi dehan car ew agirbest tê binpêkirin û heta bi qada asîmanî tê derbaskirin.
Bi gotineke din, planeke Rûsî û Tirkî nû li Sûriyê tê danîn û yê temenê wê dide jî, Gelên Sûrî û bi taybet Kurd in.