Endamê Mekteba Siyasî Şivan Emerî dibêje ku Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan -PADÊ bi awayekî fermî dê tevlî hilbijartinê Iraqê bibe.
Şivan Emerî ragihand ku weke PADÊ wan namzetê xwe Semîr Derwêş diyar kirine.
Şivan 9 xalên bernameya PADÊ yên hilbijartinê jî eşkere kirin.
Xalên ku hatin eşkere kirin ev in:
“Ji bo Şengal bibe parêzgeheke nenavendî ya girêdayî hikûmeta federal kar were kirin.
Ji bo ku fermana di 3.08.2014’an de bi serê Êzidiyan hatibû weke jenosîd bê naskirin û berpirsên vê fermanê bêne darizanidin.
Ji bo ku kesên di fermanê de hatine girtin vegerin.
Li deverên kêmnetewan, daxwaza avakirina hêzeke leşkerî.
Destekdayîna ji bo ragihandin û çapemeniya azad.
Misogerkirina mafên malbatên şehîdan.
Alîkarîdayîna kesên ku ji destê DAIŞ’ê û operasyonên leşkerî zirar dîtine.
Li hemû deverên Êzidiyan, ji bo ku pirsgirêkên gel werin guhdarkirin, vekirina ofîsên parlemanterê PADÊ’ê.