Balafirên Rûsyayê li dijî gelek herêmên li Cebel El- Zawiyê yê li Idlibê êriş pêk anîn û ew dever topbaran kirin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), ragihand ku balafirên şer ên Rûsyayê herêmên derdora Cebel El- Zawiyê yê li başûrê Idlibê, 6 caran bombebaran kirin.
Hat gotin di heman demê de ,tevgera balafirên Rûsya li asîmanê herêmê dewam dike.
Her wiha duh sibehê jî deverên li derdora bajarokê Kensefra yê Cebel El- Zawiyê hatibûn bombebarankirin.