HPG: Ji Dersîmê heta Sêrt û Zap’ê, li dijî dagirkeran çalakî hene

Ji Dersîma heta Sêrt û Zap’ê, gerîlla li dijî artêşa Tirk çalakiyên bi bandor pêk anî. Ev yek di daxuyaniya rojane a Navenda Ragihandinê ya HPG’ê de hate eşkerekirin..

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî encama şer û çalakiyên di navbera 8 û 11’ê Îlonê, daxuyaniyek da..

Navendê diyar kirn ku gerîllayên wan li gelek qadan bersiv dane êrişên artêşa Tirk û ev agahî parve kirin:

Pêngava Serkeftinê ya Egîdên Botanê

8 Îlonê li herêma Herekolê a girêdayî Berwariyê, gerîlla li dijî hêzên artêşa Tirk kemîn danîn.

Li devera Şehîd Berxwedan gerîlla ji nêz ve li yekîneyeke artêşa dagirker dan û di encamê de herî kêm leşkerek hat cezakirin û yek jî birîndar bû.

Pêngava Şoreşger ya Bazên Zagrosê

11’ê Îlonê li herêma Zapê, hêzên artêşa Tirk xwestin li Cîloyê Biçûk bicih bibin.

Gerîllayên me bi çekên giran li artêşa Tirk da û di encamê de hêzên dagirker neçar man ji herêmê dûr bikevin.

9’ê Îlonê, artêşa dagirker 8 caran bi gaza jehrê herêma berxwedanê ya Werxelê bombardiman kir.

Piştî êrişê artêşa dagirker hewl da xwe nêzî qada Werxelê bike.

Di encama berxwedana dîrokî ya gerîlla de artêşa dagirker nekarî bighêje armancên xwe.

Piştî vê tekçûyînê, artêşa Tirk 10 û 11’ê Îlonê careke din bi gazên jehrî êriş kir.

Dîsa 9 û 10’ê Îlonê, artêşa dagirker li herêma Kanî Masî, derdora gundên Êdinê, Dêşîşê, Serarû, Kela Qûmriyê û Qada Koordîne bi helîkopteran bombardiman kir.

Li herêma Dînartê ya girêdayî Akrê jî gundê Şiyê ji aliyê balafirên şer ve hate bombardimankirin.

10’ê Îlonê li herêma Avaşîn,

Girê Şehîd Întîkam, Geliyê Basya, Girê Lanetê û Girê Qartalê hatin bombardimankirin..

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê di daxuyaniyê de encamek çalakiya ku 22 Gulanê li Dersimê pêk hatibû jî parve kir.

Li gorî vê,

Li navçeya Pilûrê, yekîneyeke kontra a artêşa Tirk li nêzî Kuleya Gayret Baba bû hedefa çalakiya gerîllayan.

Di encamê de 2 kontra hatin cezakirin.

Back to top button