Komîteya Ciwan û Werzîşê li rojavayê Dêra Zorê, bi piştigiriya Navenda Çand û Hunerê, pêşangeha wêneyên rêber Apo vekir.
Pêşangeh îro li herêma Kasra ya li rojavayê Dêra Zorê hat lidarxistin.
Nûnerên rêvebiriyên sivîl û leşkerî, meclîs û nûnerên Yekîtiya Jinên Ciwan û şêniyên herêmê beşdarî pêşengehê bûn.
Nêzî pêncî wêneyên Rêber Apo u hevrêyên wî hate nîşandan
Têkildarî mijarê, Hevseroka komîteya Ciwan û Werzîşê Bidûr Hecir axivî û got:
“Mebesta me di vê pêşangehê de ew e ku projeya rêber Apo ya li ser bingeha xwîşk û biratiya gelan nîşan bidin.”
Pişt re, Hevserokê Komîteya Ciwan û Werzîşê li rojavayê Dêra Zorê Tariq Kurdî axivî û got:
“Ji vê pêşangehê em balê dikişînin ser girîngiya ku Rêber Apo dide werzîşê, hevgirtina civakê û mijarên jiyanê.
Tariq Kurdî diyar kir ku ev pêşangeh yekem pêşangeh e ku li devera Kasra tê vekirin,