Artêşa Tirk ya dagirker li bakur û başûrê Kurdistanê li hember berxwedana gerîlayên azadiyê têk diçe.
HPG’ê diyar kir, artêşa Tirk a dagirker ku li çiyayê Gabarê yê bi ser herêma Botanê dest bi operasyonê kiribû bêyî ku encam bigire paşde vekişiya.
Li bakur û başûrê Kurdistanê êrişên artêşa Tirk ya dagirker li dijî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bê navber dewam dikin.
Gerîlayên azadiyê jî rojane bi çalakiyan bersiva êrişan didin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrişên dewleta Tirk ya dagirkekr daxuyaniyeke nivîskî weşand.
HPG’ê li ser êrişên li herêma Botanê ev agahî parve kir;
“12’ê Îlonê artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer û helîkopterên êrişê, bombe li qada Şehîd Bahoz a li herêma Gabarê ya Şirnexê barand.
Piştre jî dest bi operasyoneke berfireh a ji bo dagirkirinê kir. Ev operasyon 16’ê Îlonê bi rengekî bêencam qediya.
Artêşa Tirk a dagirker di dema operasyonê de agir bi qadê xist û şewat hîn jî dewam dike.”
HPG’ê li ser êrişên hewayî yên li ser başûrê Kurdistanê jî ev agahî parve kir;
27’ê Îlonê li nehiya Kanî Masî ya navçeya Amediyê derdora gundên Şelazê, Dêşîşê, Serrarû û qadên Koordîne û Kela Qûmriyê,
li herêma Avaşînê qadên Geliyê Basya û Girê Şehîd Întîkam, li herêma Zapê qada Şamkê û gundê Girê yê bajaroka Çemanke ya navçeya Amediyê bi helîkopter û balafirên şer hate bombebarankirin.
Her wiha Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên ji Rojavayê Kuristanê ku 13’ê Tebaxa 2021 li herêma Garê şehîd bûne eşkere kir.
HPG’ê sersaxî ji malbatên gerîlayan û gelê Rojava re xwest.