Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku îro 269 kesên din bi vîrûsa corona ketin.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê Dr. Ciwan Mistefa ragihand ku ji kesên ku pê ketine 149 mêr û 120 jin in.
Ciwan Mistefa diyar kir ku 10 kesên din ji vîrûsê baş bûne û 3 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Bi van daneyan re, heta niha li herêmê 28 hezar û 114 kes bi Coronayê ketine, 935 kesan jî jiyana xwe ji dest dan û 2 hezar 172 kes jî baş bûne.