Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê bê navber dewam dikin.
Dagirkeran vê êvarê gundên navçeya Şehba û Şera ya Efrînê bi obus û hawanan topbaran bombebarankirin.
Artêşa dagirker ji nuqteyên xwe yên li Ezazê, gundê Meranaz ê navçeya Şera û gundê Eyn Deqnê yê Şehbayê bi obus û moşekan topbaran kirin.
Artêşa Tirk bi çekên qedexekirî gundên Eyn Îsa topbaran kirin
Dewleta Tirk û çeteyên wê îro bi çekên qedexekirî êrişî xwaringeha Seqir, Kampa Eyn Îsa, rêya M4 û gundên Mielek û Xalidiyê yên Eyn Îsayê JÎ kirin.
Dewlet Tirk bi doşka, li dijî van devaran çekên mîsket û çekên giran ên qedexekirî bikar anî.