Li Til Birak beriya çend rojan hin aliyan hewl dan di navbera asayîş û xelkên herêmê de tevliheviyê derxînin. Dûh têkildarî bûyerê bi dehan şêx û rûspiyên eşîrên kantona Hesekê û navçeya Til Birakê daxuyaniyek da.
Daxuyanî li nivîsgeha koordînasyona Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Hesekê hat dayîn..
Di daxuyaniyê de hat gotin:
“Ev herêm çavkaniya yekîtî, mêrxasî, rûmet û hevgirtina biratiya eşîr û gelan e.
Ev yekitî encamên xwîna berxwedana mezin a eşîrên Kurd û Ereb û hemû pêkhateyên li herêmê pêk hatiye.
Hin ali bi fitneyan dixwazin li ser vê axê tevliheviyê derxînin.”
Şêx û rûsipiyên herêmê dawiya daxuyaniyê bang li şêniyên herêmê kir ku guh nedin van gotegotan û li dijî kesên ku banga kuştin û tevliheviyê dikin, yekîtiya xwe biparêzin.