Li Sûdanê xwepêşandanên ji bo hilweşandina deshilata welat, bi xwere pevçûnên dijwar anî.
Li paytext Xertûm û bajarên din yên welat, bi hezaran kes ji bo dawî hatina hikumeta demîkî û avakirina rêveberiya welat meş û xwepêşandan lidar xistin.
Di encama destwerdana hêzên ewlekariyê de, 35 kes birîndar bûn.
Alîgirên hikumetê jî daketin qadan û banga parastina wê kirin.
Li dijî deshilata hikumeta Sûdanê li seranserê welat xwepêşandan hatin lidarxistin.
Doh tevî paytext Xertûm, li gelek bajar û bajarokên welat bi hezaran kes ji bo hilweşandina hikumeta welat meş û xwepêşandan lidar xistin.
Xwepêşandêran banga bidawîkirina hevkariya heyî ya di navbera pêkhateyên sivîl û leşkerî yên hikûmeta veguhêz de kirin û gotin,
“Em rêveberiya sivîl dixwazin.
Azadî, aştî, edalet.”
Di dema ku xwepêşanderan tekerên otomobîlan li hin cade û kolanan şewitandin, hêzên ewlehiyê bi gule û gaza rondikrêj xwestin xwepêşandêran ku li ber avahiya parlemanê li bajarê Umdurman li parêzgeha Xartûmê kom bûne belav bikin.
Ji ber destwerdana tund a hêzên ewlehiyê di bûyeran de 35 xwepêşandêr birîndar bûn.
Piştî krîza aborî ya li welat, 2019’an rejîma Serokê berê yê Sûdanê Omer el Beşîr bi piştevaniya leşker û hêzên li welat ji deshilatê hatibû girtin.
Paşê hêzên leşkerî û komên li welat ji bo hikumeta demkî ragihandin.
Ji wê demê ve, hikumeta demkî welat birêve dibe.
Tevî çalakiyên ku 6 rojan li deverên cuda yên paytextê bi daxwaza hilweşandina hikûmetê dewam dikin, bi hezaran alîgirên hikumetê jî daketin qadan û banga parastina rêveberiya welat kirin.