Tirkiye ji ber dagirkerî, piştgiriya terorê û binpêkirina mafan bû rojeva Cîhanê

Hefteya Bihûrî dewleta Tirk bi gelek mijaran bûye ji rojevên sereke ên qada navneteweyî.
Ji dagirkiriya li Bakur û Rojhilatê Sûrî bigrin, heta fînansekirina terorê.
Ji binpêkirina mafan bigrin heta spîrkirina pereyên reş û binpêkirina mafan.

Hefteya derbasbûyî dewleta Tirk yek ji rojevên sereke ên cîhanê bû.

Sedema vê yekê jî kirinên wê ên li dijî huqûqa navneteweyî, binpêkirina mafan û sûcên şer bûn..

Ev pêvajo bi daxuyaniya serokê Amerîkayê Joe Biden 8’ê Cotmehê destpêkir.

Biden di wê daxuyaniyê de Rewşa Awarte a Netewî li li Sûrî ji bo salekê dirêj kir û sedemên wê jî wiha eşkere kir:

Êrişên dewleta Tirk li dijş Bakur û Rojhilatê Sûrî, ziyanê dide têkoşîna têkbirina DAIŞ’ê.

Tirkiyê rewşa sivîlên li herêmê dixe metirsiyê û ziyanê dide, aştî, ewlekarî û aramiya li herêmê.

Piştî vê daxuyaniyê bi 10 rojan Yekîtiya Ewrûpayê rapora xwe a li ser bernamzetiya Tirkiyê ya sala 2021’an eşkere kir,

Komîsyona Ewrûpayê di rapora xwe de îşaret bi pirsgirêkên demokrasî, mafê mirovan û mijara dadgeriyê kir.

Di raporê de siyasetên dewleta Tirk wiha hatin birêzkirin.

Pirsgirêka Mafên bingehin û mijara dadgeriyê her ku diçe xerabtir dibe.

Di serî de HDP’ê, zextên li ser partî û hêzên muxalefetê dewam dikin.

Tevî biryara dadgeha mafê mirovan jî Selahettîn Demîrtaş û Osman Kavala nayê berdan

Tevgerên leşkerî yên li Sûrî û Iraqê li dijî siyaseta parastinê ya Yekîtiya Ewrûpayê ne.

Çekdarên biyanî dişîne Lîbyayê û eşkere zarar da biryara ambargoya çekan a Neteweyên Yekbûyî.

Roja 21’ê Cotmehê dewleta Tirk ji ber fînansekirina terorê û spîkirina pereyên reş ket “Lîsteya Gewr”.

Ev biryar piştî lêkolînên berfereh ji aliyê Hêza Erka Çalakiya Darayî ya Navneteweyî ve hate dayîn.

Heman rojê Komîsyona Yekîtiya Ewrûpayê jî têkildarî hebûna dewleta Tirk li ser axa Sûrî rapora xwe a sala 2021’an eşkere kir.

Komîsyê hebûna artêşa Tirk weke hêza dagirker binav kir.

Di raporê de tê gotina deverên artêşa Tirk û çekdarên girêdayî wan lê ne, binpêkirina mafên mirovan di asta herî jor de.

Di rewşeke wiha de mijar bikarnîna çekên kîmyewê ji aliyê artêşa Tirk ve li dijî gerîlla ket rojevê.

Weke gava pêşî ji çar aliyên cîhanê 64 saziyên jinan ji Rêxistina Qedexekirina Çekên Kimyewî re nameyek şandin.

Ji Başûrê Kurdistan û Iraqê jî 109 rewşenbîr ketin nava tevgerê xwestin bikaranîna çekên kîmyewî were lêkolînkirin.

Bi heman armancê ji cîhana Ereb jî 44 rewşenbîran bang li rêxistinên pêywendîdar kirin ku sûcên şer yên dewleta Tirk li cihê wê lêkolîn bikin.

22’ê Cotmehê jî helwesta dadgeha Amerîkayê hişt ku vê carê dewleta Tirk ji ber binpêkirina biryarên navneteweyê bikeve rojevê.

Dadgehê biryar da ku Bankaya Halk ku girêdayî hukûmeta Tirk e ji ber xapandin û karên veşartî hate mehkumkirin.

Sedemê vê binpêkirina biryara ambargoyê ya li ser Îranê û her wiha bi rêbazên dij huqûqî şandina bi milyaran dolarî ji bo Îranê ye.

Back to top button