Yekîneyên Antîterorê ya hêzên QSD`ê li dijî şaneyeke çeteyên DAIŞ’ê li nêzî bajarokê El-Bisêra yê Rojhilatê Dêrazorê, operasyoneke taybet pêk anî..
Di operasyonê de, 5 çete hatin kuştin.
Malpera fermî ya QSD`ê bi daxuyaniyêkê ragihand ku ev operasyona taybet, piştî lêkolîn, komkirina agahiyan û şopandinê hatiye lidarxistin..
Di daxuyaniyê de ev detayê hatin parvekirin:
“Endamên şaneya terorîst gule li hêzên ku çalakî pêk anîn, barandin.
Ji ber ku banga hêzên me ya xweradestkirinê pêk neanîn, hêzên me bersiva gulebaranê dan.
Di encama wê de 5 endamên şaneyê ku ji wan kemberên teqemeniyê li xwe girêdabûn hatin kuştin..”
Her wiha hate eşkerekirin ku ev şaneya terosît a DAIŞ’ê li hember hêz û saziyên sivîl û xizmetê yên bajarokê El-Bisêrayê dixebitî…
Hat gotin, operasyon bi hevkariya hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê pêk hat.