Fermandariya Giştî ya QSD’ê derbarê operasyona girtina serçeteyê DAIŞ’ê daxuyaniyek da û têkbirina pîlana DAIŞ’ê ya li ser zindana Hesekê pîroz kir.
Fermandariya Giştî ya QSD’ê ev yek got:
“Tîmên Operasyonên Taybet ên hêzên me di rojên borî de xebateke pîroz kirin..
Di vê xebatê de, pîlana DAIŞ’ê ya êrîşa li ser zindana Hesekê hat têkbirin û şane û berpirsê wê hat girtin.
Yek ji wan kesên girtî Emîrekî DAIŞ’ê yê bi navê Mihemed Ebd El-ewad e..
Vî serçeteyî gelek komkujî pêk anîbûn û destê wî di xwîna gelek kesan de hebû û serkêşiya pîlana êrîşa li ser zindana Hesekê jî dikir..
Bi hişyarî û dilsoziya hêzên me ev serçete û şane hat girtin..
Fermandariya QSD: Em vê xebatê diyarî gelê xwe û cîhanê dikin
Di van rojên pîroz ên cejna zayîna hezretî Îsa de, em hêzên xwe QSD’ê û tîmên koalîsyona navdewletî ku cihê xwe di çalakiyê de girtin pîroz dikin û vê xebatê diyarî gelê xwe û cîhanê dikin..
Di roja ragihandina vê serketinê de careke din dewleta Tirk a dagirker aciziya xwe diyar kir û êrîşî gelê me li Kobanê kir.
Em ê teqez gelê xwe ji hemû gef û êrîşan biparêzin û hesabê komkujiyan ji êrîşkaran bipirsin.