Êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmê ranawestin. Vê sibehê çeteyên dewleta Tirk êrişî rêya M4 û gundewarên Eyn Îsayê kirin. Di encama êrişên li dijî navçeya Eyn Îsayê de 2 sivîl şehîd bûn 4 jî birîndar bûn. Şervanên QSD’ê êrişa çeteyên dewleta Tirk li ser navçeya Eyn Îsayê şikand.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane êrişî herêmê dikin.
Îro di seatên nîvro de dewleta Tirk û çeteyên wê êrişî gundên Cehbel, Mişêrfê, Mielek, Fatsa, kampa Eyn Îsa û rêya M4 yên Eyn Îsa kirin.
Di encama êriş û toparanan de 2 sivîl ji gundên Cehbel şehîd bûn û 4 welatî jî birîndar bûn.
Her wiha hate ragihand ku dewleta Tirk di van êrişan de çekên qedexekirî bi kar anîn.
Yek ji fermandarên QSD Alan Şukrî: Hêzên me êrişên dagirkeran têk birin
Têkildarî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmê yek ji fermandarên QSD’ê Alan Şukrî axivî û diyar kir çeteyan vê sibê saet derdora 4’an êrişî derdora navçeya Eyn Îsayê kir.
Alan Şukrî diyar kir tevî êrişên çeteyan, dewleta Tirk a dagirker ji baregehên xwe, Eyn Îsa da ber topan.
Şukrî destnîşan kir ku hêzên wan êrişa çeteyan têk bir, zirarên mezin gihand wan û eşkere kir ku termên gelek çeteyan ketin destê şervanên wan.
Di dawiyê de Alan Şukrî diyar kir ewê li dijî êrişan xaka xwe biparêzin û bersiva êrişan bidin.