2 şervanên QSD’ê yên birayên hev Mihemed Îyade El-Tebxan (Hemze) û Ehmed Îyade El-Tebxan (Heyder) ku di Pêngava “Gurzê Gelan” şehîd bibûn, bi merasîmekê hatin oxirkirin.
Di encama bersivdayîna şaneyên çeteyên DAIŞ’ê ên li ser girtîgeha Sînaa 2 şervanên QSD’ê ên bira şehîd bûn.
Cenazeyên Şehîd Mihemed Îyade El-Tebxan-Hemze û Ehmed Îyade El-Tebxan-Heyder li goristana şehîdan a Şedadê bi merasîmekê hatin oxirkirin.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre ji Fermandarên QSD’ê Sayil El-Zoba axivî û sersaxî ji malbata şehîdan re xwest û got:
“Em soz didin malbatên şehîdan ku em ê heta têkbirina tevahî komployên li dijî herêmê li ser rêça şehîdan bimeşin.”
Hevseroka Nivîsgeha Ewqafê ya Şedadê Ehmed El-Esed axivî û bang li civata navneteweyî kir ku li kêleka QSD’ê bisekinin û bi erka xwe ya li hember çeteyên DAIŞ’ê rabe.
Di dawiyê de nasnameya her du şehîdan hat xwendin û radest malbata wan kirin û piştre bi tilîliyan cenaze spartin axê.