Di çend hefteyên borî de, şerekî axaftinan di navbera Waşinton û Tehranê de gur bûye. Her ku diçe asta gefan bilindtir dibe.
Duh berpirsên Amerîkî şandina nêzî 5 hezar leşeker bo Rojhilata Navîn giftûgo kiribûn.
Wezîrê parastinê yê bi wekalet Shananhan teqez kir ku Pentagon şandina hêzeke wisan lêkolîn dike.
Serokê Amerîkayê Donald Trump jî axivî û wiha got:
Em ne hewcedarî şandina hêzeke din bo Rojhilata Navîn in.
Lê eger pêwîst kir, em ê hêzeke din bişînin û ne şaş e em bi tiştekî wisan bifikirin.
RÛHANÎ: EGER EM WERIN BOMBEKIRIN JÎ, EM SERÎ JI EMERÎKAYÊ RE DANAYININ
Îro jî serokê Îranê Hesen Rûhanî diyar kir ew ti carî dest ji armancên xwe bernadin û ev tişt anî zimên:
Eger em rastî êrîşên asmanî werin jî, welatê min xwe ji zextên Amerîkî re danayine.