Lavrov: Nîşandana cenzayên li Buça derbê li danûstandinan dide

Dimenên komkujiya li nava bajarê Buça yê Ûkrayna, Moskow tengav kiriye. Wezîrê Karên Derve yê Rûsya Lavrov got; Nîşandana dimenên li Buça derbê li danûstandinan dide. YE jî paketa 5. a cezayên nû li ser Rûsya ferz kir. Di vê navberê de Belçîka jî îda kir ku ji despêka şer heta niha wan 200 milyar dolar aboriya Rûsya asteng kiriye.

Komkujiya artêşa Rûsya li bakurê Kîev û taybet li bajarê Buça yê Ûkrayna, Moskow tengav kiriye.

Hemwextî tawanên Ewropayê yên li dijî Rûsyayê, Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov duh gotibû:

“Kişfkirina cenazeyên li bajarê Buça yê Ûkraynayê şantaj e û bi armanca têkbirina diyalogên heyî yên di navbera Kîev û Moskovê de ye.”

YE Cezayên YE li ser Rûsya ferz dike

Cezayên Yekitiya Ewropayê (YE) yên pêşniyarkirî ku wê 27 dewletên endam îmze bikin, dê kirîna petrol û komira Rûsyayê qedexe bike û rê nede keştiyên Rûsyayê ku derbasî benderên YE bibin.

Seroka Komîsyona YE Ursula von der Leyen, ji bo pakêta cezayê ya 5. ya yekîtiyê li dijî Rûsyayê daxuyaniyek çapemeniyê da û got,

“Em ê ji Rûsyayê re salane 4 milyar euro qedexeya îthalata komirê pêk bînin.”

Wezîra Karên Derve ya Almanyayê jî got:

“Qedexekirina komirê gava yekemîn e û ber bi qedexeya hemû sotemeniyên Rûsyayê ve diçe.

Ûkraynayê diyar kir ku qedexekirina gaza Rûsyayê kiryarekî aktîf e da ku di diyalogên aştiyane de bigihêjin peymana bidawîkirina şer.”

Belçîka: Me bêtirî 200 milyar dolar aboriya Rûsya asteng kiriye

Wezîrê Darayî yê Belçîkayê Vincent Van Peteghem diyar kir ku ji dema destpêkirina cezayên aborî yên li dijî Rûsyayê ve, Belçîkayê bêtirî 200 milyar dolar danûstandinên Rûsyayê asteng kiriye.

Her wiha 3 milyar dolar mal û milkên Rûsyayê cemidandiye.

Pentagonê duh diyar kiribû ku DYA wê 100 milyon dolarê din û moşekên Javelin bide Kîevê.

Heta niha bêtirî 200 dîplomatên Rûsya weke kesên nayên xwestin hatine nîşandan

Li aliyekî din, di nava rojên dawiyê de, li nava welatên Rojava û Rûsya krîzeke dîplomasiyê jî xwe daye der.

Spanya, Almanya, Fransa, Îltalya, Danîmarka, hollanda, Swîsre û Belçîka di nav de heta niha bêtirî 200 dîplomatên Rûsya weke kesên nayên xwestin hatine diyarkirin.

Herî dawî YE 19 û Yewnanîstanê jî 12 dîplomatên Rûsya ji ber xebatên wan yên nerewa weke kesên nayên xwestin diyar kirine.

Back to top button