Pentagon êdî fermî perwerdekirina firok-kerên Tirk a balafirên F-35 rawestand.
Berpirsine Amerîkî teqez kir ku perwerdekirina firokkerên Tirk a balafirên F-35 li baregeha Lock li wîlayeta Erzona hat rawestandin.
Berdevkê wezareta parastinê ya Amerîkî (PENTAGON) Mike Andrews got:
Em aniha perwerdekirinê radiwestînin û eger Tirkiye siyaseta xwe neguhert em ê bernameyê jî bi temamî bi dawî bikin.
BALAFIRÊN F-35
ÇAVKANÎ: EGER LIHEVKIRINA F-35 TÊK BIÇE, WÊ POLANDA VAN BALAFIRAN BIKIRE
Li aliyekî din, piştî vê yekê dengek ji Polandayê hat.
Hikumeta Polandî diyar kir ku eger lihevkirina kirîna F-35 têk çû, ew ê balafirên F-35 ên ji Tirkiyê re hatine tarxandin, bikire.
Polanda nakokiyên kirîna S-400 navbera Amerîka û Tirkiyê baş dişopîne, ango li benda têkçûna vê lihevkirinê ye.