Li Şehba û Hesekê civînên gel hatin lidarxistin

Civînên ji bo niqaşkirina reşnivîsa Peymana Civakî dewam dikin. Di vê çarçoveyê de li Şehba û Hesekê civîn ji gel û saziyan re hate li darxistin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûrî civînên li ser niqaşkirina reşnivîsa Peymana Civakî dewam dikin.

Di van civînan de nêrînên gel derbarê reşnivîsê de têne girtin.

Di vê çarçoveyê de îro li Şehbayê li hola Mîtan civînek hate li darxistin.

Di civînê de nîqaş li ser rejnivîsa peymanê hate kirin û nêrînên gel hatin girtin.

Li navenda Serdem ya Hesekê jî civînek berfireh ji gel re hate li darxistin.

Di civînê de li ser bendên peymana civakî nîqaş hatin kirin.

Welatiyên ku beşdarî civînê bûn nêrînên xwe anîn ziman û gelek pêşniyar kirin.

Back to top button