Jinên li gundên aliyan bi berhemên xwecihî û pêdiviyên xwe peyda dikin

Jin û gundiyên herêma Aliya li hewşên malên xwe û li derdorê sebzeyan diçînin û pêdiviyên xwe peyda dikin. Bi vê yekê jî barê aboriya xwe û bihabûna li sûkan jî li ser xwe sivik dikin.

Jiyana gundan ji ya bajaran cudatir e, ji ber ku gundî li malên xwe sebze û fêkiyan diçînin û sewalan xwedî dikin, pê re jî debara xwe dikin.

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber ambargoya aborî û bilindbûna nirxên kel û pelan zehmetiyan dikişînin.

Lewma xwe dispêrin hilberînên xwecih û li bazaran jî difiroşin.

Emîne Hesen a ji gundê Qasteban ê bakurê navçeya Çilaxa (herêma Aliya), tevî malbata xwe li gund rûbereke biçûk ji çandiniya cureyên sebzeyan re veqetandiye.

Her sal bi hatina mewsima çandina şitlên sebzeyan re, Emîne wekî gelek gundiyan heman karî dike.

Emîne li hewşa xwe, bacan, xiyar, baçanreş, xirtik, pel, beqdûnis û cercîr çandine, lewma kel û pelan ji bazaran nakire û debara malbata xwe pê dike.

Emîne diyar kir ku rûbera li malê ji çandiniyê re veqetandiye, rojane pêdiviyên wan ên xwarinê bi cih tîne.

Emîne dibêje: Em bi çandina sebzeyên li mala xwe kêfxweş in.

Yên hewşa malên wa heye, bila biçînin, ji ber ku lêçûna wê pir kêm e û sûdmendiya wê jî zêde ye. Nexasim ligel bihabûna kel û pelan.”

Li mala Emîne darên hinar, mişmiş, tirî, tû, hejîr û behîv jî hene û anî ziman ku ew debara xwe bi van daran dike û ji bazaran nakire.

Back to top button