Çeteyên dewleta Tirk di çend rojên dawî de 3 jê jin 16 welatî ji Efrînê revandin

Li Efrîna dagirkirî, sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê bê navber dewam dikin. Çeteyan di rojên dawî de 3 jê jin 16 welatî ji navçeyên Mabata, Şêrawa Cindirêsê revandin. Her wiha 3 mal li navenda bajarê Efrînê desteser kirin û firotin.

Li Efrîna dagirkirî, kuştin, revandin, dizî û talankirina malûmikên welatiyan bê navber dewam dikin.

Çeteyên dewleta Tirk ji bo zextê li xelkê li Efrînê mane bikin û wan bidin koçberkirin, her cure kirinên dermirovî derheqê wan de pêk tînin.

Çeteyên dewleta Tirk herî dawî 16 welatî di nav de 3 jin ji navçeyên Efrînê revandin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê MÎT a Tirk li gundê Goran ê navçeya Cindirêsê bi ser malan de girtin û 3 welatî revandin.

Navên kesên hatine revandin wiha ne,

Mihemed Ismaîl Wehîd yê 32 salî,

Hisên Welîd Mehmûd û Ebdo Mihemed Betal yê 34 salî ye.

Hat diyar kirin kesên hatine revandin birine cihekî nediyar û heta niha çarenûsa wan nayê zanîn.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê jî ragihand ku li Gundê Kurzêlê yê navçeya Şêrawa, çeteyan beriya çend rojan girt ser gelek malên li gund û 10 welatî revandin.

Ji hin kesên hatine revandin navên Mihemed Hemîd Nasir, Hisên Ebod Hemo û Ehmed Bedo Setaf hatin zelal kirin.

Kesên hatin revandin piştî ku êşkence li wan hate kirin, hatin berdan.

Li gundê Mist Aşûra yê bi ser navçeya Mabata jî çeteyan 3 jinên bi navên Riqeya Mistefa, Hêvîn Eltono û Henîfe a hevjîna Hec Misto revandin.

Çeteyên dewleta Tirk 3 mal li navenda Efrînê desteser kirin û firotin

Hate ragihandin ku çeteyan du jinên revandî berdan û jina bi navê Henîfe jî 6 meh cezayê zindanê lê birîn.

Li aliyekî din, çete dîsa bi hincetên bêbingeh malên welatiyên Efrînê desteser dikin û difroşin.

HerÎ dawî çeteyan 3 mal li navenda bajarê Efrînê desteser kirin û firotin.

Dewleta Tirk mêtîngeheke nû li navçeya Cindirêsê ava dike

Di çarçoveya guhertina demografiya Efrînê de jî, dewleta Tirk mêtîngeheke nû li navçeya Cindirsê ava dike.

Malpera Efrînê Post ragihand ku dewleta Tirk beriya mehekê di navbera gundê Hemêlka û Rifetiyê a li navçeya Cindirêsê dest bi avakirina mêtîngeheke nû kiriye û heta niha zêdetirî 40 mal ava kirine.

Malperê eşkere kir mêtîngeh li ser erdeke çandiniyê ya malbata Mecîd û Murad Henan bi qasî 4 hektar hatiye avakirin û bi desteka rêxistina bi navê Rêxistina Îslamî ya Qeterî-Kiwêtî tê avakirin.

Back to top button