LI BABÊ RÊZETEQÎN SIVÎLEKÎ JIYANA XWE JI DEST DA Û GELEK BIRÎNDAR BÛN

Li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de tevlihevî û hisabnexwestin serwer in.
Li bajarê Baba û Qebasîn rêz-teqên pêk hatin.
Di encam de kuştî û birîndar çêbûn.

Li bajarê Babê ku ji aliyê dewleta Tirk ve dagirkirî ye îro teqînek rû da.

Teqîn bi riya motorsklêtekî bombebarkirî pêk hat.

Teqîn li li navenda bajêr, li rex mizgefta Omer Bin Xetab rû da.

Di encam de sivîlekî jiyana xwe ji dest da û gelek birîndar bûn.

Di heman demê de li bajarê Qebsîn ya Babê du motorskilêtên bombebarkirî li dûv hev teqiyan.

Di encam de birîndar çêbûn.

Heta niha jî derbarê pêkanîna van rêze-teqînnan ti aliyê negirtiye ser xwe.

Leave a Reply

Back to top button