NY: bi şaştiyeke ji ber nukleerê cîhan wê tine bibe

Çekên nukleerî piştî ketî jiyana mirovan û heta niha weke metirsiya herî mezin tê dîtin.
Tenê şatiyek biçûk jî dikare dawiya li her tiştî bîne.
Sekreterê Giştî yê NY anî ziman ku ji ber heta niha şerek nukleerî pêk nehatiye cîhan bişanse û got:
Divê çekên nukleerî bên tunekirin.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres hişyarî da ku cîhan li ber şer û felaketeke tirsnak a nukleerî ye ku ji serdema Şerê Sar ve wekî wiya ne hatiye dîtin.

Guterres di vekirina konferansa ku bi beşdariya welatên peymana nukleerî li a NY hat lidarxistin de axivî û got:

“Ji ber zêdebûna tansiyonên cîhanî, tinekirina nukleerî ya mirovahiyê tenê têgihiştinek e, hesabek şaş bi têrê dike.”

Peymana Pêşîgirtina Belavbûna çekên Nukleerî ya 1’ê Tîrhemah 1968’an de hat îmzekirin.

Metirsiya çekên nukleerî, piştî krîza mûşekî ya Kubayê, wekî bûyera ku cîhan herî zêde nêzîkî metirsiya şerê nukleerî bû, hate dîtin.

Peyman rê li ber zêdetir welatan girt ku çekên nukleerî bi dest bixin û bi mebesta veguheztina gav bi gav ber bi bêçekkirina atomî ve.

Peyman hema bêje ji aliyê hemû welatên cîhanê ve hatiye îmzekirin.

Welatên ku îmze nekirin û tê texmînkirin ku çekên nukleerî hene, Hindistan, Îsraîl, Koreya Bakur û Pakistan in.

Sekreterê Giştî yê NY Antonîo Guterres got,

Ev şansek mezin e ku heta niha cîhan ber bi karesateke nukleerî venekişiyaye û bang kir ku cîhan ji nukleerê bê paqijkirin.

Guterres bi domdarî ev tişt anî ziman:

“Bext nikare bibe stratejiyek.

Li hember veguhertina tansiyonen jeopolitik ber bi şerê nukleere ve wek mertalek nayê dîtin.”

Guterres diyar kir ku aloziya navneteweyî derketiye lûtkeyên nû û bi taybetî Ukrayna, Kore û Rojhilata Navîn nîşan da.

Çend roj piştî ku Rûsyayê êrişî Ukraynayê kir, serokê Rûsyayê Vladimir Putin hêzên nukleerî xiste nav hişyariyê û fikar zêde kir.

Putin gef li kesên ku wê li dijî Rûsyayê bisekinin xwaribû ku ew ê rastî encamên ku heta niha kesê nedîtî bên.

Blinken Rûsya bi şerxwaziyê tewambar kir

Ji aliyê din ve Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken, Rûsya bi şerxwaziyê tewambar kir û bi bîr xist ku Ukraynayê di sala 1994’an de li beramberî garantiyên ewlehiyê yên Rûsya û hin welatên din, dest ji çekên nukleerî yên serdema Sovyetê berda.

Hejmara çekên nukleerî ku di nîveka salên 1980yî de dihate fikirîn ku dora 60 hezarî ye.

Lê niha tê texmînkirin ku dora 13 hezar çekên nukleerî hene.

Li seranserê cîhanê 9 welat hene ku tê zanîn ku çekên atomî hene.

Back to top button