Xelkê herêmê serdana konê sersaxiyê yê şehîd Mihyedîn Gulo dikin

Du roj berê di encama êrişa balafireke bê mirov a dewleta Tirk a dagirker de şervanê QSD’ê Mihyedîn Gulo yê neviyê Şehîd Yûsif Gulo şehîd bû. Ev du roj in konê sersaxiyê yê Şehîd Mihyedîn Gulo hatiye vegirtin û bi sedan welatî serdana kon dikin û sersaxiyê ji malbatê re dixwazin û li dijî êriş û dagirkeriyê peyamên bilindkirina têkoşîn û berxwedanê tê dayîn.

Mihyedîn Gulo neviyê Apê Yûsif Gulo ku 9’ê Tebaxê di encama êrişek balafira bê mirov a dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû ev du roj in ji bo wî konê sersaxiyê li Qamişloyê hatiye vedan.

Îro jî welatî, komîn, şêx û rûspî, endamê Rêveberiya Xweser û pêkhateyên herêmê serdana konê sersaxiyê kirin.

Li bin konê sersaxiyê gelek axaftin hate kirin û bal hate kişandin ser êrişên rojane yên ku tên kirin.

Di axaftinan de soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn.

Bavê şehîd Sebrî Gulo, Reşîd Gulo jî axivî û ji civata navnetewî xwest ku li dijî êrişan xwedî helwest bin.

Meclisa Malbatên Şehîdan jî li bin konê sersaxiyê daxuyaniyek da.

Meclisê di daxuyaniyê diyar kir dê herdem li dijî êrişên hovane li ber xwe bidin û rê nedin dagirkeriyeke nû.

Li Girkê Legê şehîdên mehên Hezîran, Tîrmehê û Tebaxê bi merasîmekê hatin bibîranîn

Li aliyekî din jî Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Girkê Legê 73 şehîdên ku di mehên Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê de li herêmên cuda şehîd bûne, bi bîr anîn.

Di merasîmê de hevserokê desteya Hundirîn a herêma Cizîrê Kenan Berekat axivî û bal kişand ser Pêngava 15`ê Tebaxê û got: “Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê berhema berxwedana li dijî dagirkeriya Tirk e.

QSD`ê parastina ewlehiya herêmê kir, divê gel piştgiriya wan bike.”

Hevseroka Meclisa navçeyê Zulfa Dedro jî axivî û soza şopandina rêya şehîdan da.

Merasîm bi pêşandana sinevîzyoneke wêneyên şehîdan bi dawî bû.

Back to top button