Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hesen Koçer der barê êrişên dawî, armanc û encamên ku bi xwe re bîne, tevlî bernameya Bûyer a televizyona me bû.
Hesen Koçer dibêje: “Bêdengiya civaka navneteweyî cesaretê dide Tirkiyê ku êriş bike.
Ev êriş wê bihêle ku DAIŞ’ê jinûve zindî bibe.”
Koçer tekez kir ew ê bi hemû hêza xwe li dijî êrişan li ber xw bidin.
Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hesen Koçer beşdarî bernameya Bûyer a televizyona me bû û derbarê êrişên Tirkiyê yên dema dawî nirxandin kir.
Hesen Koçer destpêka nirxandina xwe tekez kir ev êriş wê bibin sedema zindîbûna DAIŞ’ê.
Hesen Koçer: Bêdengiya civaka navneteweyî cesaretê dide Tirkiyê
Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber da zanîn ku bêdengiya civaka navneteweyî cesaretê dide dewleta Tirk ku êriş bike.
Hesen Koçer taybet behsa bêdengiya Rûsiya û Amerîka kir û da zanîn ku zêdebûna êrişan encama lihevkirinên veşartî ne.
Hesen Koçer: Em ê bi hemû hêza xwe parastina xwe bikin
Li ser daxuyanî û axaftinên herî dawî yên Mewlud Çawuşoglu jî, Hesen Koçer tekez kir eger lihevkirinek çêbibe wê bibe sedema parçebûna Sûriyê.
Dawiyê Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hesen Koçer piştrast kir ew ê li hember êrişên Tirkiriyê bi hemû hêza xwe, xwe biparêzin.