Rêveberiya Xweser 12 jin û 37 zarok radestî şandeyên Almanya û Holandayê kirin.
Nûnera hikumeta Almanyayê Manga Cleese û nûnerê Holandayê yê Sûriyê Emile de Bont duh serdana Navenda Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.
Her du nûneran ji bo vegeranda welatiyên xwe yên di nava DAIŞ`ê de ku li kampan dimînin, serdana herêmê kirin.
Rayedar ji aliyê daîreya têkiliyên Derve, YPJ’ê û Desteya Jinê ve hatin pêşwazîkirin.
Nûnerên hikumeta Almaniya û Holandayê spasiya Rêveberiya Xweser kirin.
Nûnera hikumeta Almanyayê Manga Cleese got: Ev serdana me ya fermî a 7`an e. Me berê 108 kes vegerandin Almanyayê.
Em spasdarê we ne ku li dijî DAIŞ`ê şer dikin.
Di serdanê de bi fermî Rêveberiya Xweser jinek û 4 zarok radestî şandeya Almanyê,
11 jin û 33 zarok jî radestî şandeya Holandayê kirin.