HPG’ê ragihand ku artêşa Tirk roja 23 Mijdarê 27 êrişên din ên ezmanî li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk anîn. HPG’ê wekî din got, gerîllayên wan li Zap û Xakûrkê li hêzên artêşa Tirk dan û di çalakiyan de 9 leşker hatin kuştin.
Êrişên ezmanî yên artêşa Tirk li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê doh jî bi dijwarî dewam kirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û ev agahî parve kirin:
Roja 23 Mijdarê Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê; 7 caran bi bombeyên qedexe û 5 caran jî bi çekên kîmyewî bombardiman kirin.
Heman rojê qadên gerîlla 3 caran bi balafirên şer û 24 caran bi helîkopteran hatin bombardimankirin.
HPG: Li Zap û Xakûrkê 9 leşkerên Tirk hatin kuştin
Li ser çalakiyên ku li dijî hêzên artêşa Tirk pêk hatine jî HPG’ê ev agahî dan: Li herêma Zapê 23 Mijdarê li qada Çemço di encama çalakiya sekvaniyê de leşkerek hat kuştin.
Li heman qadê gerîlla bi çekên giran li hêzêb dagirker dan û di vê çalakiyê de 3 leşkerên din hatin kuştin.
Dîsa 23’ê Mijdarê dagirkerên li qada Sîda bûn armanca çalakiya tîmên gerok ên gerîlla.
Li vir jî 2 leşker hatin kuştin.
Li Herêma Xakurkê jî hêzên dagirker bûn armanca lêdana gerîllayên jin.
Di encamê de çeperek hat rûxandin û 3 leşker hatin kuştin.