Rêveberiya Xweser a Şengalê bi daxuyaniyekê bang li civaka Êzidî kir ku destek bidin Operesyona Tolhildanê a li dijî kesên girêdayî MÎT û PDK’ê .
Duh Hêzên Ewlekariyê yên Şengalê bi hevbeşiya Yekîneyên Taybet yên YBŞ’ê li dijî sîxûran Operasyon dan destpêkirin.
Rêveberiya Xweser a Şengalê derbarê pêngavê de daxuyaniyek da .
Daxuyaniya Rêveberiyê wiha ye:
” Em bang li tevahiya gelê xwe dikin di warê agahiyan de piştgiriyê bidin vê operesyonê.
Me wek civaka Êzidî tu caran îxanet li ola xwe nekiriye û gelek berdêl daye.
Kesên destê wan di xwîna civakê de heye ji Êzdîtayê derketine.
Lazime civak wan kesên wisa ne parêze .
Di dawiyê de em serkeftinê ji hêzên xwe yên leşkerî re dixwazin “