Li Bajarê Bern ê Swîsreyê ciwanên kurd ji bo dorpêça hikûmeta Iraqê ya li ser wargeha mexmûrê şermezar bike li Balyozxaneya Iraqê Swîsreyê çalakîya bêîteatiya sivîl li darxistin.
Li ser vê bûyerê ciwanên kurd û siyasetmedar li bajarê Bern ê Swîsreyê hatin ba hev û piştgirî dan çalakiya ciwanên şoreşger û gotin:
“Em ciwanên Kurd ku li Ewropayê ne, hewila dagirkirinê û êrîşa bi ser pergala Rêber Apo ava kiriye, em wek ku li me hatibe kirin dibînin.
Em çalakiya bêîteatiya sivîl a li Balyozxaneya Iraqê silav dikin û me daxwaz ew e ku ciwanên ku Kurd hatine binçavkirin bên berdan.”
Kurdistaniyên li başajrê Aargaû yê Swîsreyê jî dorpêçê şermezar kirin û gotin:
“Ev dorpêç li ser daxwaza Tirkiyê û PDK’ê pêk hat.
Em bang li sazî rayedar û taybet NY’ê kir ku di zûtirîn demê de hewldana dorpêçê rawestînin.”
Koçberên li kampa Girê Spî li gorî derfetan debara xwe dikin