Konferansa 1’emîn a Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenbûya ku li Minbicê dest pê kiribû bi encamnameyekê bi dawî bû.
Konferans bi dirûşma “Bi têkoşîna jinên birêxistinkirî şoreşa xwe biparêzin û azadiya xwe bi dest bixin” li dar ket.
Di konferansê de endamên kombûnê, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenbûya ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, amade bûn.
Derbarê kar û xebatên kombûnê, beşdaran nêrînên xwe parve kirin.
Endamên Desteya Rêveberiya Kombûnê ku hatin hilbijartin, sond xwarin.
Konferans bi encamnameyekê bi dawî bû û xalên wê jî wiha ne:
- Pratîk-kirina perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên derbarê azadiya jinan de.
- Avakirina komîteyeke hiqûqî ya parastina mafên jinan ji bo amadekirina muzekereyekê li dijî dewleta Tirk a dagirker.
- Lidarxistina dewreyên perwerdeyê.
- Lidarixstina hemleyên hişariyê derbarê dozên jinan û civakê.
- Meşandina têkoşînê heta pratîkkirin û erêkirina qanûnên malbatî.