Kongra Star diyar kir ku tecrîda girankirî binpêkirina tevahî peyman û qanûnên navneteweyî û mirovî ye.
Kongrayê bang li gelên azadîxwaz û jinên li cîhanê kir ku dakevin qadan û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bikin.
Meclisa Kongra Star têkildarî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de Kongra Star got:
Desthilatdarên dewleta Tirk tecrîdeke giran li dijî Rêber Abdullah Ocalan dimeşînin û nahêlin ne parêzer ne jî malbat wî bibînin û ev tecrîd binpêkirina aşkera ya tevahî peyman û qanûnên navneteweyî û mirovî ye.
Meclisê destnîşan kir ku dewleta Tirk a adgirker cezayên dîsîplînê ji salan ve li dijî Rêber Ocalan ferz kiriye, vê dawiyê jî 6 mehên din cezayê dîsîplînê ferz kirine.
Dewleta Tirk rêzê ji mafên mirovan, mafên girtiyên siyasî re nagire.
Hate gotin, dewleta Tirk bi rêya siyaseta tecrîdkirinê hewl dide vîna gelê Kurd û gelên azadîxwaz ên herêmê têk bibe.
Lê ev siyaseta înkarkirinê ya li dijî gelê Kurd a di şexsê Rêber Ocalan de israra gel a têkoşîna ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan zêde dike.
Meclisê bang li NY’ê, saziya mafên mirovan û CPT’ê kir ku yekser destwerdanê bikin û bi erkên xwe yên mirovî rabin û tecrîdê bi dawî bikin.
Kongra Star bang li gelên azadîxwaz û jinên li cîhanê jî kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan dakevin qadan.