Balafirên Rusya xalên çeteyên tehrîr El-Şam ên li Idlibê bombebaran kirin.
Di êrişa Rûsyayê de 3 kes hatin kuştin.
Îro balafirên şer ên Rusyayê careke din li ser esîmanê parêzgeha Idlibê geriyan û hin deverên li derdora bajêr bombebaran kirin.
Çavdêriya Sûriyê raihgand ku nuqteyên çeteyên Tehrîr El-Şam bûn armanca êrişan.
Di encamê de, di nav de sivîl 3 kes hatin kuştin û 12 jî birîndar bûn.
dibe hejmara kuştiyan bilind bibe ji ber ku rewşa hin birîndaran giran e.
Di heman demê de, balafirên şer û yên diron ên Rusyayê li ser herêmê digerin.
Berya 2 rojan jî hêzên Rûsyayê li derdora bajarê Idlibê li navendeke çeteyan xistibû.
Wê demê 8 çeteyên tehrîr El Şam hatibûn kuştin.
Li gorî çavdêriya Sûrî, bîlançoya kuştiyan zêde bû û gihaşt 13 çeteyan.
Li ser erdê jî li heman deverê, hêzên hikûmeta şamê û çeteyan bi çekên giran navendên hev dan ber topan.
Her wiha li aliyên xetên şer ên Laziqiyê 2 leşkerên hikumeta Şamê bi guleyên çeteyan hatin kuştin.