Dagirkeriya Tirkiyê duh êrişî gundewarên Şehba û Minbicê kir.
Dewleta Tirk a dagirker duh di seatên berêvarê de, Zîwanê ya herêma Şehbayê topbaran kir.
Minbic-2 leşkerên Hikumeta Şamê birînda bûn
Şevê din jî balafireke bêmirov a dewleta Tirkiyê nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê li Minbicê bombebaran kir.
Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê derbarê vê yekê hineke agahî parve kirin.
Li gor wê êriş li gundê Boxiz pêk hatiye .
Di encamê de 2 leşkerên hêzên hikumeta Şamê birîndar bûn.