Li bajarê Arnhem a Hollandayê, êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyekî hate şermezarkirin.
Çalakî li Qada Willemspleînê hat lidarxistin.
Di çalakiyê de alên YPJ, YPG û Rêber Abdullah Ocalan hatin hildan.
Kurdistaniyan şer û sûcên li dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk a dagirker şermezarkirin û gotin:
“Êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li ser qadên xizmetguzariyê yên sivîl, kiryareke qirkirinê ye.
Divê qada hewayî ya Rojava ji firînê re bê qedexekirin.”
Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Qatîl Erdogan” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.
Ciwanên Şoreşger li Toronto ya Kanadayê ji bo Rojava stand danî