6 sale Efrîn di bin dagirkeriya dewleta Tirk a qirker û çeteyên wê yên hov de ye.
Di nava van 6 salan de ciqas rengên sûc û hovîtiyê heye li dijî Efrîniyan hate kirin.
Xweza hat qirkirin, demografya hat guhertin, bi sedan hatin kuştin û bi hezaran kes hatin revandin.
Ji ber vê dagirkerî û hovîtiyê tenê ji sedî 20 Kurd li Efrînê man e.
20’ê Çileya 2018’an dewleta Tirk a dagirker bi piştgiriya hêzên navnetewî û tevî deh-hezaran çeteyên xwe li dijî Efrînê êrişa dagirkirinê dest pêkir.
Di nava 6 salên dagirkeriya li Efrînê de çiqas cureyên sûc û hovîtiyê hene li dijî gelê Efrînê hate bikaranîn û hê jî dewam dike.
Di nava 6 salên dagirkeriya li Efrînê de 700 sivîl hatine kuştin.
Zêdeyî 9 hezar kes ku di nave de 200 jin û 600 zarok hene, hatine revandin.
Destdirêjî li sedan jinan hate kirin.
Nêzîkî 4 mîlyon darên zeytûn û fêkiyan hatin birîn.
Nêzî 15 hezar mal û dikanên Efrîniyan hatin desteserkirin.
Çeteyên Tirkiyê heta niha bac li ser bi hezaran welatiyên Efrînî ferzkirine û pere ji wan girtine.
Bi dehan cih û deverên dîrokî yên Efrînê, Perestgeha Eyn Dara, Kelha Nebî Hûrî, Şikefta Duderî, Gora Marmaron jî di nave de, hatin wêrankirin û firotin.
Di 6 salên dagirkeriya li Efrînê de guherîna demografîk jî bi lez pêk hat û dewam kir.
Zêdeyî 20 mêtingeh û kamp hatin avakirin û bi sed-hezaran çete û malbatên wan ji deverên cuda lê bi cih kirin.
Di nava 6 salên dagirkeriya li Efrînê de, tenê nêzî ji sedî 20 Kurd li Efrînê mane.