Li Helebê avahiyek hilweşiya 5 kesan jiyana xwe ji dest da

Li herêma Xan Şok a Helebê ya di bin serweriya rejîma Sûriyê de, avahiyek hilweşiya.
5 kesên di avahiyê de jiyana xwe ji dest dan.

Li taxa Muadî li herêma Xan Şok a bajarê Helebê, barana zêde ya şeva borî bû sedema hilweşîna avahiyekê.

Di bûyerê de 5 kesên di avahiyê de jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.

Ji bo birîndaran ji bin xirbeyan derxin, gelek ambulans û ekîbên parastina sivîl û agirkuj yên girêdayî hêzên rejîma Sûriyê berê xwe da cihê bûyerê.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku hêzên rejîma Sûriyê gelek taxên rojhilatê Helebê ku di bin kontrola çeteyên artêşa Tirk de bûn, bi piştgiriya Rûsyayê di dawiya sala 2016’an de, bi dest xistin.

Ji ber şerê ku li Helebê rû da, gelek avahiyên bajêr zirar dîtibûn.

Leave a Reply

Back to top button