NUSRA û “Artêşa Wetenî ya Sûriyê” li hev kir

Heyet Tahrîr El-Şam ku piraniya herêmê di bin kontrola wê de ye û “Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê” ku Tirkiye piştgiriya wê dike li hev kirin ku li Idlibê bi hev re şerê artêşa Sûriyeyê bikin.

BBC’ya Tirkî, ragihand ku, piştî ku artêşa Sûrî li Idlibê pêşva çû Heyet Tahrîr El-Şam ku weke El-Qaîdeya li Sûrî tê nasîn bi “Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê” ku bi destê dewleta Tirk hat avakirin, li hev kirin ku bi hev re şerê artêşa Sûriyeyê bikin

Berdevkê “Artêşa Neteweyî ya Sûrî” Yûsûf Hemmûd diyar kir ku di encama vê lihevkirinê de wan nêzî hezar çeteyên xwe şandine başûr û rojavayê Idlibê da ku li dijî rejîmê şer bikin.

Hêjayê bi bîrxistinê ye ku beriya 2 rojan Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê diyarkiribû kû ew ê li Idlibê dijî rejîmê şer bikin.

 

Leave a Reply

Back to top button