BBC: Kuştina Hevrîn Xelef a ji aliyê çeteyan ve piştrast kir

Televizyona Brîtanî BBC News têkildarî kuştina Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef raporek amade kir.

BBC bi belgehan piştrast kir ku koma çete ya bi navê ”Ehrar Şerqiya” ku girêdayî dewleta Tirk e Hevrîn Xelef û hevriyên wê kuştin e.

Rapora BBC News, der barê şehîdxistina siyasetmedar Kurd Hevrîn Xelef de agahiyên berfireh da û bi vê yekê careke din piştrast kir ku ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatiye kuştin.

Televizyona BBC, agahiyên ku dide bi wêneyên ji esmanan bi rêya balafiran hatiye kişandin piştrast dike.

Li gorî raporê, di 12’ê Cotmeha 2019’an de piştî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî, çeteyên bi navê Ehrar Şerqiya li ser riya M4 bendekî kontrolê dideynin û kesên ku ji vê rêyê derbas dibin yekser dikujin.

Li gorî vê roja ku çeteyên Ehrar Şerqiya li ser rêya M4 bend danîbûn, wesaîta Hevrîn Xelef û hevrêyên wê ber bi Rêqayê ve diçe û li ser rê rastî van çeteyan tên.

Di raporê de tê destnîşankirin ku çeteyên Ehrar Şerqiya jî li xwe mukir tên ku hin çeteyên wan 12’ê Cotmehê çûbûn ser riya M4 û ev kiryar kiribûn.

Leave a Reply

Back to top button