Berdevkê berê yê çeteyên “Ceyş El-Islam” Îslam Eluş li Fransayê hat girtin.
Çete Îslm Elûş di sûcên şer li Sûriyê û bûyerên revandin û êşkencekirinê de tewanbar e.
Li goî Ajansa AFP’ê Çeteyê navborî ji bo darizandinê derketiye pêşberî dadwerê lêpirsînê ya Parîsê.
Elûşê ku berdevkê berê yê çeteyên “Ceyş El-Islam” bû, li Fransa li ser vîzaya xwendekarekî ji bernameya “Erasmus”li bajarê Marseille hat girtin.
Çeteyên “Çeyş El-Îslam” ji komên tundraw e, ji bejahiya Şamê dest bi karê çetetiyê kir.
Li gorî gelek rêxistinên hiqûqî koma çeteyên Ceyş El-Islam li Sûriyê sûcên şer kirin e.