Boris Johnson: Ev ne dawî ye, lê destpêkeke nû di dîroka welat de ye

Piştî 47’î salî di beşdarbûna wê di Yekîtiya Ewropayê de û piştî sê salan ji danûstandinan, Brîtanya bi fermî ji Yekîtiya Ewropayê derket.

Li gorî tê xuyakirin, piştî derketina Brîtanyayê ji Yektîiya Ewropayê, wê ti guhertinek yekser li Brîtanyayê pêk neyê.

Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson got, ev ne dawî ye, lê destpêkeke nû di dîroka welat de ye.

Johnson destnîşan kiribû ku wê di dawiya 2020’an de lihevkirinên bazirganiya azad bi Yekîtiya Ewropayê re pêk bînin.

Wê heta meha dawî ya vê salê jî, Brîtanya wê qanûnên yekîtiyê pêk bîne û wê bimîne weke endamek di bazara giştî ya Ewropayê de û wê çûn û hatin ber bi Brîtanyayê ve weke berê be.

Heta dawiya salê jî, ger Brîtanya bi Yekîtiya Ewropayê re negihêje lihevkirineke bazirganî, wê derketina Brîtanyayê ji yekîtiya bê tifaq pêk were.

Back to top button