Artêşa Niştimanî ya Lîbî, komîteya leşkerî ya hevbeş erê kir.
Şandeya NY li Lîbyayê ragihand ku “Fermandarê artêşê Xelîfe Hefter teqez kiriye ew ê beşdarî xebatên komîteya leşkerî ya hevbeş bibin.
Tê payîn, ev xebat di demeke nêz de li Cinêvê were lidarxistin.
Komîteya leşkerî ya hevbeş ku ji 5 nûneran ji herdu aliyên şer ên Lîbyayê pêk tê, piştî encamnameya Kongreya Berlînê ya der barê Lîbyayê de hat ragihandin.
Ev komîte, wê kar û xebatên agirbestê bişopîne.
Li aliyekî din Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand ku hejmara çeteyên ji Sûrî yên dewleta Tirk ku gihiştine Lîbyayê, giştiye 2 hezar û 900’î.
Çavdêriya Sûrî eşkere kir ku heta niha ji van çeteyan 72 hatine kuştin û 64 çete jî piştî gihiştina Lîbyayê berê xwe dan Ewropa.