Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê derdora navçeya Eyn Îsa, lîwaya 93`an û gundê Xalidiyê topbaran kir.
Beriya niha bi çend saetan artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê ji aliyê rojavayî bakurê navçeya Eyn Îsa li kêleka rêya M4 topbaran kir.
Her wiha çend top li derdora lîwaya 93`an ê başûrî navçeyê ket.
Tê gotin ku di vê Lîwayê de hêzên Rêjîma Sûriyê hene.
Heta niha derbarê ziyanan de ti agahî nehatine bidestxistin.
Her wiha Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Xalidiyê yê rojavayê navçeya Eyn Îsa bi obûsan topbaran dike.