Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê ragihand ku li Idlibê 2 leşkerên wan hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn.
Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan diyar kir ku di encamê şerê di navbera dewleta tirk û rêjîma sûriyê li bajarê Seraqibê 9 ji hêzên rêjîmê hatin kuştin çeteyên dewlta tirk nuqteyên rêjîma sûriyê li Seraqibê kir hedef.
Di heman demê de balafirên Rûsî ji danê êvarê û heta vê sibehê gundewarên Seraqêbê bênavber, topbaran dike.
Çavdêriyê teqez kir ku di encamê şer de 4 leşkerên dewleta tirk hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn.
Her wiha şer û pevçnên giran di navbera rejîm û çeteyên Tirkiyê de li gundê Afs ya rojhilata Idlibê, rû dide.